Sereke

Vagarşak Hartyûnyan: eskerê Ermenîstanê wê piştî şerê li Qerebagê werguhastina mîyaserke

Eskerê Ermenîstanê wê piştî şerê li Qerebagê werguhastina mîyaserke, hejmara esker wê bê guhastinê, wê derbazî sîstêmên têknîka leşkerîye nû bibe.Derbazkirina werguhastinên leşkerîye nû ne tenê tê progiramkirinê, lê îdî tê derbazkirinê û hevalkarên meye rûs tevî wê prosêsê dibin”,- ewî gotîye. Bi gotina Harûtyûnyan, prosêsa leşkerçêkirinê bi prînsîpyalî berdewam dibe.
” Bi hesabhildana cêribandina leşkerî û bûyarên li Qerebagêye eyan, emê van pirsa lê binihêrin:optîmalîzasîyakirina leşkerî, mezinkirina beşa leşkerî, sîlihkirina bi sîstêmên nû, xweykirina potênsîyala kadira”,- Harûtyûnyan gotîye. Bi gotina wî, xebatê usa jî alîyê sîstêmên serkarîkirinê, parastina hewê û avîyasîya bêpîlot, eskerê rokêta û artîlêrîyayê bêne mîyaserkirinê.Ewî bîr anîye, wekî ji 25-ê meha çile hetanî 3O-î dêlêgasîya wezîreta Rûsîyayêye parastinê li Ermenîstnê bûye bona piştgirîyê, bona modêrnîzasîyakirina hêzên Ermenîstanêye leşkerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button