Sereke

Vagarşak Harûtyûnyan: Ermenîstan hewaskare ku baza rûsîye leşkerîye li Gumirîyê bê berfirehkirinê

Ermenîstan hewaskare ku baza rûsîye leşkerîye 1O2-ye li Gumirîyê bê berfirehkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan gotîye. “Alîyê ermenî her dem jî hewaskar bûye hema bi wê menîyê, wekî baza li Ermenîstanê bi temamî dikeve nava koma hêzên Ermenîstanê û Rûsîyayêye tevayî, bo wê yekê jî berfirehbûna karebûnên bazayê wê dereca bêqezîyabûna li herêma Qafqasîyayê bide pêşxistinê”,-wezîr gotîye. Bi gotina wî, serokatîya wezîreta Rûsîyayêye parastinê bûyarên leşkerî- sîasîye li herêmê hesab hildide û gavên rast bona qewînkirin û dasîlihkirina bazayê diavêje. “Ez hêvîdarim wekî ev şuxulkarî wê ya wededirêjbe”,- Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button