Sereke

Vagarşak Harûtyûnyan: li Ermenîstanê pêwîst hesab nakin ku baza rûsaye duem gerekê bê cîhwarkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Varşak Harûtyûnyan wextê qisa tevî RÎA Novostîyê elam kirîye, wekî ew têra nabîne ku baza rûsaye leşkerîye duem li Ermenîstanê bê cîhwarkirinê.
“Çi ku derheqa cîhwarkirina leşkerên Rûsîyayêye zêdedane, ez difikirim, wekî pêwîstîya wê yekê tune, hîmê hiqûqîyî di navbera welatên meda têra nabîne wekî bazeke mayîn jî bê cîhwarkirinê”,- Harûtyûnyan gotîye. Anegorî qayîlnivîsara sala 1995-a, li Gumirîyê baza rûsîye leşkerî hatîye cîhwarkirinê. Sala 2O1O-a nava wê dokûmêntêda guhartin hatine kirinê, anegorî kîjana dewsa wedê 25 sala mayîna bazayêye li Ermenîstanê hetanî 49 sala hatîye dirêjkirinê, hetanî sala 2O44-a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button