Sereke

Heykelê Vîgên Avêtîse “Dayka ermenî” li Toskanayê tê nîşandayînê

Baylozxana Ermenîstanêye li Îtalîyayê elam dike,wekî heykelê Vîgên Avêtîse “Dayka ermenî” li Toskanayê tê nîşandayînê. Rûpelê baylozxanêyî fêysbûkêda wêne hatine belavkirinê. Heykelê “Dayka ermenî” pêşkêşî 1OO-salîya komkujîya Ermenî kirine.Xudanê wê xebatê daye dîyarkirinê, wekî dayîk li hemû parçên dinîyayê lawên xwe diparêze. Ev heykel li Florênsîyayê, Sîênayê û cêrge bajarên avropîye mayîn hatine nîşandayînê. Nîsana sala 2O15-a, heykel usa jî li Vatîkanê hatîye nîşandayînê, li kîderê Papê Romayê bona bîranîna cangorîyêyên komkujîya Ermenî xêr daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button