Sereke

Wezîreta Kurdistanêye karên hundur: êrîşa ser Hewlêrê şedetîya wê yekê dide wekî li Îraqêne tenê komên DAÎŞ-ê, lê usa jî yên têrorîstîye mayîn

15-ê sibatê berbi firegeha Hewlêrêye navnetewî 14 rokêt hatine berdanê, ji kîjana çend heb ketine li nehîyên sîvîl.Nava encamên wê êrîşêda, merivekî sîvîl hatîye kuştinê, yê ku nava merkeza koalîsîyona navnetewî dixebitî, lê çar meriv jî birîndar bûne. Anegorî hesabên fermî, leşkerekî amêrîkî birîndar bûye.Ji firegehê der sê binelîyên edil birîndar bûne, nava wanda usa jî mihacirên ji Sûrîyayê. Wezîrê Kurdistanêyî karên der Rêbar Ahmed daye dîyarkirinê, wekî hinek meriv nêzîkbûna kurdaye milahîme berbi mêvanên ku tên Kurdistanê, dane xebatê, ku wê êrîşê mîyaserkin. Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Kurdistan, Îraq, koalîsîyona navnetewî û civaka navnetewî gerekê tevayî bixebitin bona ku êrîşên wî cûreyî bidine sekinandinê. Wezîr usa jî gotîye, wekî lêpirsîn dide dîyarkirinê, wekî li Îraqê xêncî DAÎŞ-ê usa jî komên têrorîstîye mayîn hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button