Sereke

Dêklarasîya hevfemkirinê di navbera wezîretên Ermenîstanê û Îraqêye karên derda bona şêwirdarîyên sîyasî hatîye îmzekirinê

22-ê sibatê li Begdayê di navbera wezîretên Ermenîstanê û Îraqêy karên derda, şêwirdarîyên sîyasî û dîplomatî derbaz bûne, yên ku ji alîyê ermenîda cîgirê wezîrê karên der Artak Apîtonyan, lê ji alîyê Îraqêda cîgirê wezîrê karên der Nîzar Xêyrala derbaz kirine.
Alîya qayîlnivîsara derheqa wê yekêda îmze kirine, ku bi pasportên dîplomatî welatîyên herdu welata dikarin bêyî vîza herin û bên. Nava qayîlnivîsarêda usa jî derheqa dêklarasîya hevfemkirinê, ya derheqa şêwirdarîyên sîyasîye di navbera wezîretên herdu welataye karên derda hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button