Sereke

Nîkol Paşînyan derheqa vekirina komûnîkasîyayên li herêmê xeberdaye

Bi fikira Nîkol Paşînyanê serekwezîr hemû welatên li herêmê hewaskarin ku rêyên li herêmêye dergirtî bêne vekirinê. Derheqa wê yekêda serekwezîr wextê hevpeyvîna tevî Nvêr Mnasakanyan gotîye, ya ku bi weşana malpera 1in.am-ê tê weşandinê. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî faktoreke vekirina rêyên herêmêye girtî dikare aşîtîya wededirêj û qewîn bîne. Xêncî aşîtîya wededirêj û qewîn, dikare kara êkonomîkîye cuda hebe, qewata êkonomîkî bê guhartinê. Çawa bersiva wê pirsê, ku nava wî karîda kîjan alî hewaskare, serekwezîr gotîye: “Heger em dîna xwe bidine herêmê, emê bibînin wekî hemû alî jî bona wê yekê hewaskarin. Rûsîya, Gurcistan, Îran, Adirbêcan, Tirkîya û usa jî Ermenîstan nava wî karîda hewaskarin”. Bi gotina serokê hukumatê, gerekê nava encamên gotûbêjkirinada bêne ser wê fikirê. Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî piştî 11-ê meha çile gotûbêjkirinên derheqa vekirina rîya hesinîye li Abxazîyayê aktîv bûne. Xeberdan usa jî derheqa rîya hesinîye di navbera deftenga Farizistanê û behra Reşda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button