Sereke

Niha nikarin hesabkin ku vekirina rêya wê çi cûreyî hukumî li ser êkonomîka Ermenîstanê bike

Serokê komîtêya Ermenîstanêye kara dewletê Êdvard Hovhannîsyan, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, bersiva wê pirsê daye ku li komîtêya kara dewletê hesabkirinên usa tunene, ku vekirina sîstêmên rêyên transportê wê çi cûreyî hukumî li ser êkonomîka Ermenîstanê bike.
“Nêzîkbûnên derheqa vekirina sîstêmên rêyên transportê niha nava êtapa gotûbêjkirinadanin. Komîtêya dewletê jî tevî wan gotûbêjkirina dibe. Niha nikarin hesaba bikin, çimkî şikilê konkrêt tune. Ji kîderê wê sînor bê vekirinê, mecalên êkonomîkîye çawa wê bixebitin û zêdebin, hê eyan nîne”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button