Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: mafê xweqirarbûna mileta gerekê bê qedirgirtinê

“29 sala ser hev nava doranên koma Mînskêda hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Qerebagê berdewam kirine, lê pirsgirêk jî heya niha helkirî nîne. Prînsîpên dokûmêntên li Hêlsînkîyê îmzekirî, usa jî yên hemsedirtîya koma Mînskêye hîmlî, mafê xweqirarbûna mileta, nexebitandina qewatê û prînsîpa yektîya têrîtorîya hatine teribandinê. Niha nava hîmê helkirina pirsgirêkêda gerekê pirsa xweqirarbûna cimeta Arsaxê û mafê bêqezîyabûnê bê danînê. Helnekirina pirsgirêkê dîsa dimîne pirseke herêmêye girîng. Şedetîya helnekirina pirsgirêkê xwesîlihkirina Adirbêcanê û Tirkîyayê, usa jî axaftinên wane agrêsîv dibin. “Encamên xebitandina qewatêye ji alîyê Adirêcanêda, bi piştgirîya Tirkîyayê, ya dijî Arsaxê nikare bê hesabkirinê ku pirsgirêk helkirîye. Tenê helkirina sîyasî, ya ku wê qedirê hemû mafa bigre û wê statûsa Arsaxêye dawî qirarke dikare dew-dozê ser hevda bîne”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button