Sereke

Rokêtên “Îskender” û ştaba sereke hal tevlîhev kirin

Piştî elametîya Nîkol Paşînyane derheqa rokêtên rûsîye “Îskenderda”, li Ermenîstanê hal carekêra hate guhartinê. 24-ê sibatê cîgirê serokê ştaba Ermenîstanye sereke ji qulixê hate azakirinê, lê 24-ê sibatê ştaba sereke bi elametîyêva pêşda hat û dew kir, ku serekwezîr û hukumat ji qulixê dûrkevin.
Elametîya serekwezîre derheqa komplêksa rokêtaye “Îskenderda” li Rûsîyayê bi berfireyî hate bersivdayînê. Bersiva wî cûreyî tenê elametîya derheqa komplêksa ” Îskenderda” nîbû, lê diha zêde berfireh bû girêdayî şerê Arsaxê û rola serokatîya Rûsîyayêra. Ev hal bere-bere gihîştibû û gerekê bihata guhartinê.
Şikberî tune, wekî ev bûyar hevva girêdayîne. Serekwezîr ev yek qîmet kirîye çawa cêribandina welgerandina dewletê û bangî piştgirên xwe kiribû ku berevbin. Şiroçî pirsê dide, ku gelo dersa ermenîye sîyasî ji vî halî derkeve, bi fikirdarîya qewatbûna Ermenîstanê?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button