Sereke

Tirkîya gerekê ji Şengalê dûr bimîne: şiroçî

Heger Tirkîya bi rîya leşkerî bikeve Sincarê û menîyê bigre, ku dijî PKK-ê şer dike, ew yek wê bê teribandinê û qewînbûna herêmê wê zyanêkeve. Derheqa wê yekêda şiroçî Nûsayba Yûnîs malpera şêwira Avropayêye pêwandîyên navnetewîda miqala xweda daye dîyarkirinê. Miqalêda hatîye dîyarkirinê, wekî bi dagirkirina wî cûreyî wê PKK-ê ji wir dernekeve. Hatîye nivîsarê, wekî PKK-ê hazirîya xweye li Sincarê berfireh kirîye. Ew wî çaxî qewimî, wextê ku sala 2O14-a ew hatin ku piştgirîyê bidine ola êzdîya, ji DAÎŞ-ê biparêzin.Welatên avropî gerekê zelal elamkin, ku ew qayîl nînin ku eskerê tirka Sincarê dagirkin û bona wê yekê eşaretîyê bidine Tirkîyayê”-, Yûnîs nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button