Sereke

Adirbêcan bi girtinên nûva gefa duxwe: wezîreta Ermnîstanêye karên der

Nenihêrî bangên civaka navnetewîye derheqa lez paşdavegerandina dîlên ermenî, serokê Adirbêcanê teribandinên welatê xwe dide afûkirinê û serda jî gefa duxwe, ku wê merivên nû bide girtinê. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye, wextê ku ewê bersiva wê pirsê daye, girêdayî elametîya serokê Adirbêcanêra, ya derheqa dîlên ermenîda.
“Serbara serda, serokê Adirbêcanê wî çaxî wê elametîyê belav dike, wextê ku organên Adirbêcanêye dewletê derheqa heyîna dîlên ermenîye li Adirbêcanê înformasîyayê dide, sîstêmên navnetewîye eyan”,-Nagdalyanê gotîye. Em bîr bînin, wekî 26-ê sibatê Elîyêv îdî elam kiribû, wekî Bekûyê hemû dîlên leşkerî teslîmî Yêrêvanê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button