Sereke

Baydên me bersiva êrîşa li Hewlêrê da

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên elamî kongrêsa welatê xwe kirîye, wekî derbên hindava rezedilvanên piştgirên Îranêye li Sûrîyayê, bersiva wan êrîşên dijî amêrîkîyaye li Hewlêrê û li nehîyên Îraqêye mayîn bûn. 15-ê sibatê çend rokêt berdabûne berbi firegeha Hewlêrêye navnetewî, li kîderê hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî cîhwarkirîne. Wî çaxî merivek hate kuştinê, çar jî birîndar bûn.Çend rokêt jî ketine li nehîyên sîvîl. Çawa bersiva wê yekê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî derb gîhandine hêzên piştgirên Îranêye li Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button