Sereke

Înkarkirina Adirbêcanêye dayîna statûsa dîlên leşkerî teribandina mafê leşkerên ermenîye: wezîreta Arsaxêye karên der

Înkarkirina Adirbêcanêye dayîna statûsa dîlên leşkerî teribandina mafê leşkerên ermenîye.26-ê sibatê wextê hevpeyvîna tevî rojnamevanên ji welatên der, serokê Adirbêcanê nava axaftina xweda derheqa wê yekêda dabû dîyarkirinê. Wezîreta Arsaxêye karên der girêdayî wê yekêra elametî belav kirîye.Tabîya Bekûyê ewe, wekî dîlên leşkerîye li cem wan, ne dîlên leşkerîne, çimkî ew meriv piştî îmzekirina elametîya sêalî dîl ketine.Adirbêcan dide dîyarkirinê, wekî qulixçîyên ermenîye leşkerî, dîlên leşkerî nînin û bi wî cûreyî eşkere hemû tiştî dide tevlîhevkirinê. Kanûna sala 2O2O-î, 64 qulixçîyên ermenîye leşkerî li gundê nehîya Hadrûtê cîhwarkirî bûne û ew gund bin kontrola eskerê Arsaxêda bûye. Ew li wir dîl ketine. Bi wî cûreyî Adirbêcan naxweze dîlên leşkerî û merivên sîvîle ku dîl ketine paşda vegerîne.Sîstêmên navnetewî, yên ku dîna xwe didine vê prosêsê, dîsa dewê dikin ku dîlên ermenîye leşkerî paşda vegerînin, lê Adirbêcan dîsa naxweze wan meriva paşda vegerîne.Nava elametîya wezîreta Arsaxêye karên derda bang tê kirinê ku civaka navnetewî anegorî hemû konvênsîyayên Jnêvê, Adirbêcanê borcdarke ku ew borcdarîyên xweye anegorî konvênsîyayê biqedîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button