Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: dasekinandina eskerê ermenî cînarên me xemgîn dike

“Destekî merivê ermenîda gerekê kitêvbe, lê destê mayînda sîlih. Tenê vî cûreyî em dikarin dewleta xwe û miletîya xwe xweyîkin. Ya ewlin wê alî bike, ku em pêşda herin û tevî wedebin, lê ya duem wê bêqezîyabûna fîzîkî bide çareserkirinê.Rêyeke başqe tune, çimkî li herêmê berjewandî û hewaskarîyên welatên cuda-cuda hev dikevin. Propaganda tirka-azêrîyaye bê sînor niha sînora nas nake, lê tiştek ber çevaye: heger tirk elametîya derheqa xweserkarîkirina welatê meda belav dike, wî çaxî ew menî ji bernamên wan tê û piştî hinek wede kirinên zelal wê bêne kifşê. Wî alîda mafê me tune, ku em orta pêçîyara bangên tirka binihêrin. Dasekinandina eskerê ermenî dijminên me dide tirsandinê. Ji vê yekê tiştê herî girîng ewe, wekî her ermenîk gerekê berê xwe bide qewatbûna esker. Parlamênta Komara Arsaxê bi elametîyêva pêşda hatîye û daye dîyarkirinê, wekî hetanî niha, ew têrîtorîyayên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, tên hesabê çawa yên ji alîyê Adirbêcanêda dagirkirî, lê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê nikare hukumî li ser wê yekê bike, ku hevraxeberdanên bona statûsa Arsaxê û dîyarkirina sînorên wê neyêne hesabhildanê. Bin kontrola Adirbêcanêdanin ne tenê topraxên Arsaxêye hetanî 26-ê îlonê, lê usa jî nehîya Şahûmyanê û Gêtaşênê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button