Sereke

27-ê îlonê nikare bibe roja cejinê

Hetanî ku serkeftin tunebe, 27-ê îlonê nikare bibe roja cejinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê fraksîya “Gava min” Rûstam Bakoyan gotîye, wextê ku ewî derheqa zêdekirina nava qanûna derheqa cejina û bîranînada xeberdaye. Projeya wê qanûnê derheqa netewên kêmjimardane. Ev qanûn cara duem ketîye nava rojevê û piştî xwendina ewlin nava qanûnêda guhartin hatine kirinê.Xudanê projeyê gotîye: “Hevtîya îlonêye dawîyê, me bi yekşema cotmehêye ewlinva guhartîye. Dora vê pirsê gotûbêjkirin tevî wekîlên netewên kêmjimar hatine derbazkirinê”.Ewî daye dîyarkirinê,wekî diqewime hevt sala carekê ew roj biketa 27-ê îlonê û welatîyên Ermenîstanê, nava wanda netewên kêmjimar wê ewê rojê nikaribin çawa cejin bidine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button