Sereke

Sîlihê rûsa yê herî başe, lê derheqa pirsgirêkada usa jî hevalkarên meye rûs zanin: Sîmonyan

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan pêwandîyên serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîne şexsî, çawa yên normal hesab dike, lê wê yekê normal hesab nake wekî ew bikeve nava wê têmayê. Derheqa wê yekêda ,wextê hevdîtina tevî rojnamevana, Alên Sîmonyan gotîye, wextê ku ewî derheqa elametîya Paşînyane derheqa “Îskenderên” rûsîda û bersiva alîyê rûsada xeberdaye û gotîye, wekî înformasîyayên rast nedabûne serekwezîr.
“Ez hesab dikim, wekî sîlihê rûsî yê herî başe, û hesab dikim wekî kirinên Rûsîyayêye wextê şêr yên tifaqdarîyêye maksîmal bûne, lê ez dibêjim, wekî ew pirsgirêk yên ku pêşda hatine, bona hevalkarên meye rûs jî eyanin”,-Sîmonyan gotîye. Em bêjin, wekî 23-ê sibatê Nîkol Paşînyan wextê hevpyvîna bi têlêvîzîyonê nava xeberdana xweda gotibû, ku bona çi Sêrj Sargsyan pirsê nade ku “Îskender” bi deh selefîva teqîyaye. Wezîreta Rûsîyayêye parastinê jî 25-ê sibatê elam kir, wekî li Qerebagê rokêtên “Îskender” nehatine xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button