Sereke

Kuştin û revandina merivaye li nehîyên ku Tirkîyayê okûpasîya kirine

“Ji wî çaxîda çawa ku Tirkîyayê nehîyên Sûrîyayê okûpasîya kirine, krîzîsa hûmanîtarî, xirabkarî û xaos nava goveka bêqezîyabûnêda zêde kûr dibe. Rojên usa tunene, ku xirabkarî neqewimin, êrîş neyên mîyaserkirinê, tişt neteqin û gelek bûyarên mayîn nebin”,-nava raporta merkeza Sûrîyayêye monîtorînga mafên mêriv hatîye dîyarkirinê.Çi ku derheqa wan bûyaradane, yên ku meha sibatêda li herêmê qewimîne, merkezê elam kirîye, wekî nava wî wedeyîda 12 meriv, piranîya kîjana merivên sîvîl bûne, hatine kuştinê, û 53 meriv jî nava encamên wan yekada birîndar bûne. Du cinyaz hatine dîtinê, yek cinyazê jinekêye, ya ku li nehîya Sûranê, nêzîkî Helebê hatîye kuştinê, lê cinyazê duem yê zarokekêye, yê ku li qampa Sîcoyê, nêzîkî hidûdê Tirkîyayê, hatîye kuştinê. Merkezê usa jî daye dîyarkirinê,wekî xirabkarîyên li ser wan cîya, yên ku bin kontrola Tirkîyayêdanin, bi taybetî li Efrînê, berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button