Sereke

Bernama vaksînîzasîyakirinê wê hetanî dawîya salê bighîje 1O-15 selefî

Hetanî niha piştî civîna hukumatê wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê daye dîyarkirinê, ku çend cinyazên qulixçîyên leşkerî êkspêrtîza doxtirîyêra derbaz bûne, yên bona naskirina cnyaza. Ewê daye dîyarkirnê, wekî komeke dê û bava elam kiribûn wekî ew lêkolîn şaş dibin. Paşê rojnamevana pirs daye ku hukumata Ermenîstnê wê bona çiqas merivî vaksînayê bîne. Avanêsyanê gotîye, wekî îdî derheqa komên rîskêda xeberdan çûye, ku kê gerekê pêşda bê vaksînîzasîyakirinê û ewê bighîje 1O-15 selefî. Wezîrê serda zêde kirîye, wekî wê bahê vaksînayê bê dîyarkirinê û bi hesabhildana mecala gerekê hemû tiştî bikin ku ew hejmar berfirebe û têra dibînin hetanî dawîya salê wê yekê mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button