Sereke

Çar zarok û ji çara zêdetir: bona malbetên bi gelek zaroka qanûna Ermenîstanê wê hebe

Zûtirkê li Ermenîstanê qanûna derheqa malbetên bi gelek zaroka wê hebe, anegorî kîjanê malbetên usa wê bi fermî hetanî çar zaroka û ji çara zêdetir bêne naskirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî xebatê û pirsên sosîyal Mêsrop Arakêlyan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî projeya qanûnê îdî bona gotûbêjkirina civakî hatîye danînê. Bi gotina wezîr, qanûn têra dibîne ku piştgirîya fînansî, çareserkirina saglemîya, milahîmkirina qewilên avayên jîyînê, kompênsasîya heqê xwendinê, kompênsasîya çûyîna li merkezên dîrokî û çandî, dayîna rojên hêsabûnêye bona dê û bavên wan zarokaye ku dixebitin bidin. Bi fiktra Arakêlyan bername wê piştgirîyê bide zêdaya zaroka û malbetên pirzarok wê zêdebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button