Sereke

Li Tirkîyayê helîkoptêra leşkerî ketîye

Nava encamên ketina helîkoptêra leşkerîye li Rojhilatê Tirkîyayê, neh qulixçîyên tirkaye leşkerî hatine kuştinê û çar jî birîndar bûne. Derheqa wê yekêda ajansa RÎA Novostîyê ragîhandîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî helîkoptêr ji Bîngyolê diçû Tatvanê û li ser rîya, tevgirêdana tevî helîkoptêrê unda bûye. Piştî gerê, helîkoptêr hatîy dîtinê û zelal bûye wekî ew jorda hatîye xwerê. Anegorî înformasîyayên pêşda stendî, menîya ketina wê yan hewa xirab, yan jî menîya têknîkî bûye. Nava kuştîyada fermandarê korpûsa eskerê Tirkîyayêye li Elyazîgê, gênêral Osman Êrbaş bûye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button