Sereke

Tevî baza rûsîye leşkerî telîmên tevayî hatine derbazkirinê

Ji duda hetanî çarê adarê, bi serkarîya fermandarê hêzên Ermenîstanê û Rûsîyayêye tevayî, gênêral- lêytênant Tîgran Parvanyan telîmên fermandarîyêye tevayî hatine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda malpera wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye. Tevî wan telîma bûne pareskerên Ermenîstanê û Rûsîyayêye tevayî, yên baza rûsîye li Ermenîstanê, serokatîyên qulixdarîya Rûsîyayêye sînorxweykir. Hatîye dîyarkirinê, wekî meremê wan telîma bilindkirina hazirîya pareskeraye, wextê ku ji wedê edil derbazî wedê şêr dibin. Xêncî wê yekê meremekî mayîn jî ew bûye, ku piştgirîyê bidine pêşxistina profêsîyonalîzma fermandarîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button