Sereke

Pirsa paşdaanîna dîla Arman Tatoyan bi hazirîya nevsên brîtanîye fermî raber kirîye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan 8-ê adarê wextê gotûbêjkirina ji alîyê komîsîya data Ermenîye li Brîtanayê, bi raportêva pêşda hatîye. Wî çaxî Arman Tatoyan derheqa dîlên ku li Adirbêcanêne, raber kirîye. Tevî wê hevdîtinê bûne balozê Brîtanîyayêyî li Ermenîstanê Con Galagêr, serokê koma parlamêntîyêye dostîya tevî Ermenîstanê Tîm Loûton û yên mayîn. Arman Tatoyan gotîye, wekî serokatîya azêrîya bi zanebûn şuxulkarîya paşdadayîna dîla dide sîyasîzasîyakirinê bona ku halê sert nava civaka ermenîda û bi taybetî nava malbetên dîlada bimîne.Parêzerê mafên mêriv derheqa xirabkarîyên wextê şerê mehên îlonê-mijdarê raber kirine. Bi xeberdana derheqa şuxulkarîya girêdayî sînorên Ermenîstanêra, Arman Tatoyan gotîye, wekî gerekê bona bêqezîyabûna merivên li Syûnîkê zona bêqezîyabûnê bê sazkirinê. Ewî şedetîyên konkrêt raber kirine, li ser kîjana nêzîkbûna nû hatîye hîmdanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button