Sereke

ŞAY wê çi bike: Rûsîya û Tirkîya lez dikevin ku encamên şerê têrorîstîye dijî Ermenîstanê bidine qewînkirinê

Serokê komîsîya Sênata Ştatên Yekbûîye pêwandîyên der Bob Mênêndês bangî Baydênê serok kirîye ku bighîje kongrêsê û komkujîya Ermenî naske, usa jî cedandina bide xebatê bona azakirina dîlên ermenîye li Adirbêcanê. Kongrêsmên Frênk Paloûn jî bi banga wî cûreyî pêşda hatîye. Nava vê hevtêda pirsa dîlên ermenî wê li kongrêsê bê raberkirinê. Admînîstrasîya Co Baydên hetanî niha tabîya xweye hindava dew-doza Qerebagêda nedaye dîyarkirinê. Gelo Waşîngton pirsgirêka Qerebagê nava hemtêksta şuxulkarîyên li Rojhilata Navîn lê dinihêre û rola Ermenîstanê bi fikira Waşîngtonê wê kîjanbe? Van roja katibê Ştatên Yekbyî dewltê Êntonî Blînkên Nîkol Paşînyara têlefon kirîye û xeberdan derheqa hevkarîya dualîda çûye. Ne serokê Ştatên Yekbûyî, ne sêkrêtarê dewletê hetanî roja îroyîn serokên Adirbêcanê û Tirkîyayêra xebernedane. Ştatên Yekbûyî nehiştîye ku helîkoptêrên li Tirkîyayê çêkirî herine Pakîstanê. Û diqewime nava wê pirsêda Çînstanê karêkeve. Ew yek wî çaxî qewimîye, wextê ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nexwestîye rûyê komplêksên rûsîye C-4OO-da motora bide Tirkîyayê. Derheqa wê yekêda berdevkê serokê Tirkîyayê Îbrahîm Kalin gotîye. Halê sertî di navbera Ştatên Yekbûyî û Tirkîyayê bona Bekûyê û Enqerê xemgînîyê pêşda tîne. Lezketina tirka û rûsaye tevayî, ya bona qewînkirina encamê şerê têrorîstîye dijî Ermenîstanê, derheqa wê yekêda dibêjin, wekî bernamên Waşîngtonê wanra eyan nînin, ew jî pêşîya demambûna 1OO- salîya peymana Moskvayê.
Baylozê Ştatên Yekbûyî li Almanîyê Cêyms Cêrald derheqa peymana 16-ê adara sala 1921-ê nivîsîye: “16-ê adara sala 1921-ê, bolşêvîka tevî Kemal peyman îmze kirine, anegorî kîjanê beşeke Komara Ermenîstanê dane Tirkîyayê, lê du beşên mayîn dane Adirbêcanê, lê çi ku maye, çawa Ermenîstana Sovyêtyê nav kirine û gîhandine Rûsîyayê”.
Bi wê yekêva tevayî, berevbûna cêrge welataye dora qayîlîyên Îsrayêlê, pirsgirêka kurdaye li Sûrîyayê û Îraqê, mecala hevraxeberdanên di navbera amêrîkîya û îranîyada dikarin Tirkîyayê û Rûsîyayê berbi alîkî mayîn defdin.
Li Îraqê, li bajarê Necefê, Papê Romayê rastî rêberê şihîya hatîye. Papê Romayê cara ewlin rastî rêberê îslamêyî wî cûreîyî dercebilind hatîye.Peyîra ew çûye bajarê Ûrê, yê ku çawa cîyhê bûyîna Abraham tê naskirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button