Sereke

Wekîla UNICEF-ye li Ermenîstanê Marîn Klark Hattîn ji Ermenîstanê çûye

Wekîla UNICEF-ye li Ermenîstanê Marîn Klark Hattîn ji Ermenîstanê çûye.Derheqa wê yekda ji wekîltîya UNICEF-ye li Ermenîstanê Zara Sargsyanê elam kirîye.Ewê gotîye, wekî ofîsa teşkîletê xebata xwe berdewam dike û ew hîvîya wekîlê nûne.
Em bêjin, wekî pêşda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotibû, wekî nava şuxulkarîya Marîn Klark Hattîngêda kêmasî hebûne û hukumata Ermenîstanê qirar kirîye xebata wêye li Ermenîstanê bidine sekinandinê. Nava prêssyaêda melûmetî belav bibû, wekî seroka ofîsa UNICEF-ye li Ermenîstanê bona Adirbêcanê û Brîtanîya Mezin cesûsî kiribû, lê mehkemê jî dabû dîyarkirinê, wekî şedetîyên wî cûreyî tunene, lê niha ew behsên belavbûyî lêkolîn dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button