Sereke

Teşkîleta hemdinîyayêye saxlemîxweykirinê wê nava hemû êtapên mîyaserkirina vaksînîzasîyakirinêda piştgirîyê bide Ermenîstanê

Ji ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûîye li Ermenîstanê elam dikin, wekî Yektîya Avropayê li şeş welatên hevkarîya rojhilatê, nava wanda usa jî li Ermenîstanê piştgirîyê didine xebata teşkîleta hemdinîyayêye saxlemîxweykirinê, û bona wê yekê piştgirîya 4O mîlîon yûro başqe kirine. Meremê wê bernamê ewe, ku li wan welata vaksînîzasîyakirina dijî koronavîrûsê bidine çareserkirinê. Nava dorana piştgirîyêda teşkîleta hemdinîyayêye saxlemîxweykirinê wê nava hemû êtapada piştgirîyê bide Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button