Sereke

Rojmara “Komara Ermenîstanê”: “Xetên sore” li herêmê diha zirav dibin

“Ji 15-a hetanî 18-ê adarê li Adirbêcanê telîmên leşkerîye berfireh wê destpêbin. Ev telîm nikarin ji alîyê meda layîqî guhdarîyê nebin, bi hesabhildana gefxwerinên wî welatîye hindava yektîya têrîtorîyayên welêt.Aktîvîya Tirkîyayê û Adirbêcanêye leşkerî pirsê pêşda dikişîne, ku welat gerekê li ser dereca bilind hazirbe. Encamên şerê Arsaxêyî dawî derbeke giran bû, lê eskerê ermenî û leşkerên ermenî dikarin ruhê şerkarîyê bidine dasekinandinê. Zimanê qewatê tenê yeke, yê ku dijmin baş fem dike.
Li ser fona vê yekê pirs pêşda tê, ku gelo şerê careke mayîn destpêbe û vê carê jî nava sînorên Ermenîstnêda? Heger ew yek tenê xwestina Adirbêcanê û Tirkîyayêva girêdayîbûya, wî çaxî me dikaribû bigota, wekî destpêbûna şêr pirsa wedeye. Feqet li vir xetên welatên mayîne sor jî dighîjine hev, yên ku dikarin bernamên tirka-azêrîya bidine zeftkirinê. Ji alîyê mayînya jî tiştê xemgînkirinê ewe, wekî hal li Dombasê sert dibe û ew yek dikare rêsûrsên mezin ji Rûsîyayê bixweze û mecala kontrolkirina halê li herêma me ber pirsêbe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button