Sereke

1O OOO esker li ser fona gefxwerina

Artyom Tonoyanê rohilatzan derheqa telîmên Adirbêcanêye leşkerîda, merem û bangên wanda xeberdaye. Tonoyan daye dîyarkirinê, wekî piştî şerê Arsaxê, li Adirbêcanê cara ewlin telîmên leşkerîye berfireh derbaz dibin, û heger bûyarên van axirîyaye li herêmê hesab hildin, wî çaxî ew hîmlî dijî Ermenîstanê û dijî Rûsîyayêne, qewatên kîjana li Arsaxê mîsîya aşîtîparêzîyê mîyaser dikin.” Li ber çevaye wekî “Hinek pirsgirêk” hene ji kîjana serokatîya Adirbêcanê nerazîye. Bi fikira wan gerekê li Arsaxê sîlihdanîn biqewimîya, usa jî didine dîyarkirinê,wekî sivdera Laçînê nayê kontrolkirinê û Ermenîstan Arsaxêva tê girêdanê. Carina xeberdan usa jî diçe, wekî Adirbêcan hazire opêrasîyonên leşkerîye nû, opêrasîyonên dijî têrorîzmê û tiştên mayîn mîyaserke”,- pêşezan gotîye. Bi gotina rohilatzan, li Adirbêcanê ne tenê leşkerên dîlketî çawa têrorîst raber dikin, lê ew usa jî hemû welatîyên li Arsaxê çawa têrorîst hesab dikin. Bi gotina pêşezan, pirs diha berfirehye û ew wê topraxê çawa merkeza dijî têrorîzmê hesab dikin, li kîderê qanûna azêrîya kar nake.Derheqa sivdera Zangêzûrêda jî, pêşezan gotîye, wekî axavtinên dijî ermenîya tên bihîstinê û Elîyêv gotîye, wekî yan ermenî gerekê qayîlbin, yan jî wê mecbûrkin qayîlbin. Bi van telîma cêribandin tê kirinê, ku atmosifêra gefxwerinê sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button