Sereke

Adirbecanê dijî merivatîyê xirabkarî mîyaser kirîye, nava qewilên nexweşîya koronavîrûsêda êrîşên berfireh mîyaser kirîye

Serokatîya Adirbecanê dijî merivatîyê xirabkarî mîyaser kirîye, nava qewilên nexweşîya koronavîrûsêda êrîşên berfireh dijî Arsaxê û Ermenîstanê mîyaser kirîye. Şedetîya wê yekê raporta parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv dide. Raporta parêzerê mafên mêriv bi mînakên konkrêt dide kifşê, ku çi hatîye kirinê. Nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî nenihêrî elametîyên Organîzeya Netewên Yekbûyî, nava qewilên nexweşya koronavîrûsêda gerekê opêrasîyonên leşkerî bidana sekinandinê. Şerê mehên îlonê hetanî mijdarê jîyana binelîyên Arsaxê û saxlemîya wan bi zanebûn kirine bin qezîyayê.Ji 1-ê adara sala 2O2O-î hetanî 26-ê îlonê, 49400 nexweş hebûne, lê wextê şêr ji 27-ê îlonê hetanî 9-ê mijdarê ew hejmar gihîştîye 59287 merivî. Wî çaxî 658 meriv ji wê nexweîyê wefat bûne. Arman Tatoyanê parêzerê mfên mêriv wê raportê sîstêmên anegorra bişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button