Sereke

Tevî Rûsîyayê xebata întênsîv tê kirinê bona ku têknîka leşkerîye undakirî bê dasekinandinê: cîgirê wezîr

Tevî Fêdêrasîya Rûsîyayê, ya ku tifaqdara meye hejmara ewline, xebata aktîv tê derbazkirinê bona ku têknîka leşkerî bê dasekinandinê û şaşîyên berê bêne rastkirinê, bilindkirina dereca şerkarîyê bê helkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîya parlamêntîyêye parastinê û prsên bêqezîyabûnê, cîgirê wezîrê parastinê Arman Sargsyan gotîye. Ewî derheqa têknîka sîlihên destanîda tu tişt negot. “Wezîreta Ermenîstanêye parastinê hemû tiştî dike û wê bike, wekî dereca eskerê wêye şerkar diha bilindbe û yê ku wê bibe garanta bêqezîyabûnê, faktora zeftkirina opêrasîyonên leşkerîye li herêmê”,-cîgirê wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button