Sereke

Wextê hevdîtina tevî Ann Lîndê, serekwezîr mîyaserkirina mafê xweqirarbûna ermenîyên Arsaxê pêwîst hesab kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wezîra Swêdêye karên der, sedira Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Ann Lîndê tevî dêlêgasîyayê qebûl kirîye. Pêşda qisa serekwezîr Ann Lîndêye başqe derbaz bûye û paşê hevdîtin bi teşkîla berfireh hatîye derbazkirinê. Paşînyan seredana seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê silav kirîye û ew pîroz kirîye, girêdayî qulixa wêye nûra. Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî helkirina pirsgirêka Qerebagê tenê nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda dikare bê mîyaserkirinê û ew yek girîng hesab kirîye ku aktîvîya koma Mînskê gerekê bê qewatkirinê. Bi gotina Nîkol Paşînyan tenê bi saya cedandinên çêkirinê, sazkirina atmosifêra anegor wê bikaribin li herêmê qewînbûnê û aşîtîya wededirêj îzbatkin. Serekwezîr gotîye,wekî elametîyên Adirbêcanêye agrêsîv tu cûreyî alî wê yekê nakin.Ewî gotîye, wekî hê pirsa statûsa Qerebagê tevî gelek pirsa maye û nava van pirsada rola girîng ya organîzeyêye. Xeberdan usa jî derheqa paşdavegerandina dîlên leşkerîda çûye û hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan gerekê bêyî tu qewil-qirara wana vegerîne. Ann Lîndê jî xebata hemsedirê koma Mînskê girîng hesab kirîye.Wextê hevdîtinê halê herêmê û hevkarîya pêşerojê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button