Sereke

Wezîrê Arsaxêyî karên der derheqa xirabkarîyên Adirbêcanêda raberî seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê kirîye

Serokatîya Adirbêcanê hejmara dîlên leşkerî kêm dike. Derheqa vê yekêda piştî hevdîtina tevî seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîîyabûna Avropayê, wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê, wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.
“Wextê hevdîtinê pirsên derheqa şerê azêrîya-qerebagîya, halê niha, pirsên dasekinandina pêşerojê hatine gotûbêjkirinê. Guhdarîya mexsûs hatîye danînê li ser pirsên bêqezîyabûnê”,-wezîr gotîye.
Babayan daye dîyarkirinê, wekî li Adirbêcanê diha zêde dîl hene, ne ku ew dide kifşê û serda zêde kirîye wekî dîlên ermenîye li wir çawa têrorîst tên navkirinê.Ewî usa jî gotîye, wekî Bekû elametîya sêalî diteribîne û dîlên leşkerî paşda venagerîne. “Em nizanin ku meremê Bekûyê çiîye. Diqewime ew dicêribînin halê hundurê Ermenîstanê bidine tevlîhevkirnê, çimkî ew yek moralê civakêva girêdaîye”-, Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button