Sereke

Parlamêntvanên avropî qirara derheqa hildana mandata parlamêntvanê Tirkîyayêyî kurd gunehkar kirine

Raportkirê pirsên Tirkîyayêye li parlamênta Avropayê Nanço Sançês Amor û hemsederê komîsîya Yektîya Avrorpayê û Tirkîyayêye parlamêntîyê Sêrgêy Lagodînskî bi cûrê berk ew yek gunekar kirine, ku ji parlamêtvanê Tirkîyayêyî ji partîya Dêmokratîk, ya Gela Omer Farûk Gergerlîoglû mandata parlamêntîyê gerekê bê stendinê.
“Rûyê gunekarkirina nava mêdîya soîyalîda, stendina mandatê ji destê parlamêntvan û girtina wî, pêpeskirina mafên mêrive û gaveke bi sirêye, ya ku aminaîya hindava dêmokratîya parlamênta Tirkîyayê dide zeyîfkirinê”,- wana gotîye. Nava raportêda usa jî hatîye elamkirinê, wekî cêribandin tê kirinê, ku şuxulkarîya partîya Dêmokratîk, ya gela bê sînorkirinê.Mehkemê parlamêntvanê ji HDP-ê bi wê menîyê gunekar dike, ku Gergerlîoglî bona propaganda PKK-ê tê mehkemekirinê.Piştî belavkirina qirarê ew bêyî mandat maye. Têra tê dîtinê, wekî parlamêntvanê berê wê cezayê girtina du sala û şeş meha bistîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button