Sîyasî

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: helkirin mîyaserkirina mafê xweqirarbûna ermenîyên Arsaxêye

“Seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, wezîra Swêdêye karên der Ann Lînd hatibû Ermenîstanê û Adirbêcanê, ku halê piştî şerê dawî gotûbêj bike.Femdarîye, wekî sîstêma navnetewî bona halê pêşdahatî hewaskare, bona ku rojeva xwe biparêze. Dîplomata avropî çawa li Bekûyê, usa jî li Yêrêvanê gotîye, wekî ew hazirin kirinên xwe gotûbêj bikin bona ku dew-doz bê helkirinê, ya ku dikeve ser têrîtorîya Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê. “Halê herêmê merkeza guhdarîya medane. Halê dora pirsa Arsaxê piştî agirbesta 1O-ê mijdarê hatîye guhartinê. Em agirbestê silv dikin. Mîyaserkirina wê, wê bibe hîm bona ku dew-doz nava şuxulkarîya helkirinêda bighîje armancê”,-ewê gotîye û serda zêde kirîye, wekî hê çend pirs hene, yên ku gerekê bêne helkirinê.Meriv dikare texmînke, wekî gilî derheqa parastina berjewandîyên organîzeyêye, girêdayî pêwandîya, transportê û goveka ênêrgêtîkayêra. Piştî şêr çawa rola girînda Tirkîya û Rûsîya pêşda tên û Rojava gava diavêje, ku tevbûna xweye tevî şuxulkarîyên li herêma me bide dasekinandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button