Sereke

Adirbêcan mîrata çandî ya ermenîyaye li Arsaxê wêran û zeft dike : wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa ji alîyê Adirbêcnêda li herêma Arsaxê beşên zeftkirîda berdewamkirina teribandina mafên mêrive navnetewî, elametî belav kirîye: kîjanê em raber dikin:
“Çend roj pêşda serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li beşên Arsaxêye okûpasîyakirî, li nehîya Hadrûtêye bajarê Şûşîyê qesidî, kîjan ketine bin bandora Adirbêcanê, bi piştgirîya Tirkîyayê.
Nava temamîya şêrda qewatên azêrîya bi teribandina normên merivatîyêye navnetewî û paqijkirinê êtnîkîye dijî ermenêyên Arsaxê mîyaser kirin.
Wextê okûpasîyakirina nehîyên Hadrûtê, bi deha hezara warge ji ermenîya hatine valakirinê, gelek merivên sîvîl hatine kuştinê.Civaka navnetewî, Organîzeya Netewên Yekbûyî û usa jî teşkîleta Human Rights Watch-ê li nehîya Hadrûtê tabîyên xwe dijî teribandina konvênsîya Jnêvê elam kirine.
Elametîya ji alîyê serokê Adirbêcanê li Hadrûtê belavkirî, tunekirina beşên ermenîya dide eşkerekirinê, wekî nêta wî heye dewsa wan, beşên azêrîya sazkin, kîjan teribandina elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-ye sêalîye.Ew dide kifşê, wekî ermenîyên Arsaxê nikarin li wir bimînin.
Nava doranên sîyasîya êtnîkî, Adirbêcan gavên dijî tunekirina mîrata ermenîye çandî li Arsaxê mîyaser dike.
Elametîya serokê Adirbêcanê, ku dêra gundê Sakûrîyeye qurna 17-aye li nehîya Hadrûtê, giva ya “afganaye” û bi wê yekê xwelîyê hazir dike bona vandalîzmê.
Vîdêyoya nîşandayîda tê kifşê wekî dêr îdî xiravbûîye, sîmvolên olî derxistîne.
Ev melûmetî didine kifşê, ku giva Adirbêcanê mîrata dîrokî û çanda mesîhîya diparêze û amedene tevî YÛNÊSKO-ê hevkarîyê bikin, temam feşin.
Emê şerkarîya xwe tevî hevalkarên xweye navnetewî berdewamkin bo aşîtîyê”,-nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button