Sereke

Înjênêrê sereke: nava encamê modêrnîzasîyakirina stansîya Ermenîstnêye atomî dereca bêqezîyabûna stansîyayê wê bilindbe

Nava encamê modêrnîzasîyakirina stansîya Ermenîstanêye atomî dereca bêqezîyabûna stansîyayê wê bilindbe. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina bi têma “Pêrspêktîvên pêşkeftina senaya atomîye li Ermenîstanê” înjênêrê stansîya atomîyêyî sereke Artûr Grîgoryan gotîye. Serkarê projeya dirêjkirina wedê xebitandina stansîyayê Yûrî Svîrîdênko sirîya xweda daye zelalkirinê, wekî bi 141 roja xebatên stansîyayê wê bêne sekinandnê û wî çaxî têra tê dîtinê, ku nêzîkî 2O avtomaşînên barbire bi dem û dezgah barkirî û 4OO meriv wê tevî xebata bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button