Nîkol Paşînyan vekirina komûnîkasîyayên herêmê him bona Ermenîstanê û him jî bona Adirbêcanê çawa gaveke kardar hesab dike

Wextê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serekwezîre tevî binelîyên gundê Nêrkîn Bazmabêrdê, ewî derheqa vekirina rîyada xeberdaye.
“Em gerekê pêşda herin û cûrê pêşdaçûyînê ewe, çi ku îro êtapa gotûbêjkirinadane. Gilî derheqa vekirina rê û komûnîkasîyadane. Heger kesek bêje, wekî vekirina rêya tenê bona Adirbêcanê dest dide, bawar nekin. Heger kesek jî bêje, wekî vekirina rîya tenê Ermenîstanêra dest dide, dîsa bawar nekin. Vekirina komûnîkasîya him Ermenîstanê, him jî Adirbêcanêra dest dide. Adirbêcanêra dest dide, çimkî ew gerekê Nexçêvanêva bê girêdanê. Ermenîstanêra dest dide, çimkî gerekê pêwandîya rîya hesinî li ser erdêye tevî Rûsîyayê û Îranê hebe. Ew yek dide kifşê, wekî êkonomîka welatê me dikare bê guhartinê”,-Paşînyan gotîye.Ewî bîr anîye, wekî gelek xeberdan derheqa neftêda diçin, ku rêsûrsên neftê çawa alî Adirbêcanê dikin.Ewî usa j gotîye, wekî “nefta” sedsala 21-ê sifire, çimkî avtomaşînên bi motorên êlêktrîk belav bûne û avtomaşînên bi motorên bênzînê nava wededa wê ji sûkê derkevin û nava wê yekêda perça here girîng sifire û li Ermenîstanê jî rêsûrsên sifire mezin hene.