Sereke

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, girêdayî cejina Newrozêra, kurd pîroz kirine

Wekîla Organîzey Netewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrtê 2O-ê adarê bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda girêdayî cejina Newrozêra xwestinên xweye here baş bona kurda raber kirine.
Ewê gotîye:
“Newroz bi hatina biharêva tê, ya ku hêvîyên mezin pêşda tîne. Gerekê wan hêvîya qebûlkin, çimkî em berbi pêşeroja baş dicedînin. Bi xwestina sîyasîye anegor, yektîya miletîyê û qirara rast gerekê bighîjine wan hêvîya. Sala 2O1O-a, Organîzeya Netewên Yekbûyî cejina Newrozê çawa roja navnetewî elam kirîye.Bona wan meriva, yên ku cejina Newrozê derbaz dikin, ew cejin ya qedîme. Ez hemû kurdara û wan merivara, yên ku vê cejinê derbaz dikin,tiştên here baş dixwezim.
Newroz pîrozbe!”,-Janîn Hênîs Plasşêrtê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button