Sereke

Eşaretîyên tirkaye zelal: eskerê “Tûrana mezin” dixwezin dijî kê bidine xebatê?

Piştî hevpeyvîna wezîrê Rûsîyayêyî parastinêye van axirîya, careke mayîn hewaskarîya prêssayêye hindava fikirdarîya sazbûna yektîya dewletên tirkîaxif careke mayîn zêde bû.
Nenihêrî wê yekê wekî Sêrgêy Şoygû ew pêrspêktîv çawa ya nêzîkî aqila hesab nekirîye, lê diqewime xwe mikur hatîye ku hinek qewat cedandina didine xebatê, ku ew yek bibe rastî. Kî wan cedandina dide xebatê û “Eskerê tûranê” dixwezin dijî kê bidine xebatê? Xudanê miqala Spûtnîk Armênîyayê cêribandîye bersivên wan pirsa bibîne.
Pirsa wî cûreyî dabûne Sêrgêy Şoygû û ew pirs wî çaxî berfireh dibe, heger em hesabkin wekî 3O-ê adarê serokê Tirkîyayê Êrdogan wê here Qazaxistanê. Piştî seredana wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî Akar eyan bûye, wekî wezîrê tirk pêşnîyarî hevalkarê xweyî qazax kirîye ku derheqa yekbûna eskerên pênc welatên tirkîaxif bifikire.
Wezîrê parastinê ew behs înkar kirîye, lê civaka lêkolînê wê têmayê gotûbêj dike. Wezîrê Rûsîyayêyî parastinê gotîye, wekî çetin merivên wî cûreyî şuxulkarên sîyasîbin. Feqet ewî usa jî gotîye, wekî li Tirkîyayê hene şuxulkarên usa, yên ku derheqa wê yekêda difikirin. Wezîrê Rûsîyayê ew pirs daye, ku ew yek bona çiîye û dijî kêye, lê bersiva pirsê bi xwe nedaye. Heger em bicêribînin bersiva pirsê bibînin, em gerekê bîr bînin, wekî Sêrgêy Şoygû gotibû, wekî li Rûsîyayê cimetên tirkîaxif hene û ew gelekin.
Bi gotina xudanê miqalê, diqewime ew yek, piştî Ermenîstanê, gerekê Rûsîyabe. Derheqa wê yekêda van axirîya sîyasîzanê azêrî Zerdûşt Elîzadê gotibû, yê ku gotîye, wekî xeberdanên derheqa sazkirina “Esekrê Tûrana mezin” tên bihîstinê, bona ku dijminên xwe bitirsînin, nava kîjanadane usa jî Rûsîya. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew yek berê ewlin dijî Rûsîyayêye, çimkî hema Rûsîyaye cîhê ewlinda, ku nava wêda cimetên tirkîaxif gelekin. Piştgirên pantûrkîzma wedê niha dibêjin,wekî nava binelîyên Rûsîyayêda tirk 16,9 selefê binelîyên Rûsîyayêne.
Vî hemû tiştî li Enqerê çawa tiştekî usa hesab dikin, kîjana dikarin bidine xebatê.
Wededa wezîrê Tirkîyayêyî dewletêyî berê Ebdihalûk Çay gotibû, wekî 3OO mîlîon tirkên ku li dinîyayê dijîn, gerekê bi zimanekî biaxifin, êkonomîka wan yekbe û sîyasîya tevayî mîyaserkin. Serokê Tirkîyayê Rêcêb Tayb Êrdogan jî piŞgtgirîya wan xebera kirîye û gotîye:
“Xwestina meye bona mîyaserkirina wê yekê gerekê hebe. Heger ew yek li hev neyê, emê li ber nifşên pêşerojê gunehkarbin…”.
Bi bîranîna derheqa 3OO mîlîonîda, Ebdilhalûk Çay diqewime xêncî Asîya Navîn derheqa topraxên Albanîyayê, Bosnîyayê, Kosovoyê, Bilgarîyayê, Yûnanistanê, Qibrisê, Moldovayê, Gurcistanê, Îranê, Îraqê, Sûrîyayêy, Afganistanê, Mongolîyayê, Çînistanê, Rûsîyayêda daye dîyarkirnê, çimkî tevî Asîya Navîn ew tenê dibine 17O mîlîon, lê bi hesabhildana binelîyên tirkîaxife li van welata, hejmara wan dighîje 3OO mîlîonî.
Bi vî cûreyî îdêolojîya pantûrîkzmê îdî venaşêrin û wê yekê usa jî welatên Avropayêva didine girêdanê.Xêncî Avropayê mesele, li Gurcistanê ew gumana xwe diatînin li ser azêrîyên li wir. Li Îraqê û li Sûrîyayê tirkmêna radikine ser pîya, li Afganistanê tevî rêberên ûzbêka hevkarîyê dikin, li Çînistan ew ûygûrên tirkîaxif hesab hiltînin, lê mongol jî hema kal û bavên wanin. Dawîyê em bêjin, wekî rêberên welatên ku dikevine nava dorana berjewandîyên pantûrkîsta, tê bêjî vê qezîyayê hesab hilnadin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button