Sereke

Ez hêvîdarim, wekî ya here kêm wê ewbe, ku sînorên Herêma Qerebaga Çîyaye Otonom wê bêne dasekinandinê: Vîtalî Balasanyan

Sêkrêtarê şêwira Arsaxêye bêqezîyabûnê Vîtalî Balasanyan wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîk Armênîyayê derheqa wê înformasîyayêda xeberdaye, ku Ermenîstan ji Arsaxê pareskerên xwe derdixe û wê leşkerên nû neşîne Arsaxê. Vîtalî Balasanyan daye bawarkirinê, wekî şandina leşkeraye ji Ermenîstanê tune, lê gotîye, wekî eskerê Arsaxê bi wan leşkerava tê tamkirinê, yên ku peymanê tevî dewletê îmze dikin. Ewî gotîye, wekî hêzên Arsaxê wê bi hejmara xwe û dereca şerkarîya xwe bêne xweykirinê. Bi gotina wî, ew behsa derheqa wê yekêda wekî Ermenîstan pareskerên xwe ji Arsaxê derdixe, ji rastîyê dûre.
“Ewên ku dixwezin bêne Arsaxê, wê çawa welatîyê Arsaxê bêne rêgîstrasîyakirinê û nava eskerda qulixkin. Hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz li virin û wê îzinê nedin ku teribandin hebin. Şuxulkarîya guhartinên sîstêma eskerê Arsaxê destpê bûye. Eskerê Arsaxê wê bikaribe şerê xweparastinê mîyaserke”,- Balasanyan gotîye.
Bi qîmtkirina wî, niha îdî tiştên gêopolîtîkîye nû pêşda hatine, bo wê yekê jî Arsaxêra eskerê profêsîyonal lazime. Bi gotina Balasanyan, li Arsaxê hejmara merivaye anegor heye, yên ku wê esker bidine tamkirinê. “Pirsgirêka Arsaxê hê nehatîye helkirinê, hevraxeberdan derbaz nabin. Ez hêvîdarim, wekî sînorên qeza Qerebagêye Otonom wê bêne dasekinandinê. Arsax tu cara nava teşkîla Adirbêcanêda nîbûye, lê bi rîya sîyasî ewê bibe sûbyêkt. Heger Adirbêcan careke mayîn bicêribîne êrîşê mîyaserke, emê bersiva anegor bidin”,- sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button