Sereke

Teyarên koalîsîyona navnetewî 85 cîhên DAÎŞ-ye nava çîyayê Qereçoxêda tune kirine

Teyarên koalîsîyona navnetewî nava deh rojada cêrge cîh û şikeftên DAÎŞ-ye nava çîyayê Qereçoxêda, yên li nehîya Maxmûrê, tune kirine. Derheqa wê yekêda berdevkê fermandarê Îraqê Yaxîya Resûl gotîye.
Wekîlê koalîsîyonê Wêyn Marotto jî Twittêrêda nivîsîye, wekî li wê nehîyê 61 cîh û 24 şikevt hatine tunekirinê.Wî çaxî 133 derbên avîyasîyon hatine mîyaserkirinê. Wextê van opêrasîyona endamên DAÎŞ-ê hatine kuştinê, lê hejmara rast tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button