Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: Bekû ne tenê bêqezîyabûna herêmê diteribîne…

“Li Almanîyayê bûyareke bi sirê qewimîye, xudanê kîjanê Adirbêcane. Prêssa Almanîyayê careke mayîn derheqa ruşetdayîna nava parlamêntvanên Bûndêstagêda daye dîyarkirinê. Sê endamên partîya Angêla Mêrkêlê nava du hevtîyada li ber paşdadanîna mandatên xwe sekinîn, çimkî ew bona ruşethildana ji alîyê Adirbêcanêda hatine gunehkarkirinê. Vê carê parlamêntvanê Bûndêstagê Mark Haûptman mandata parlamêntvanîyê paşda danîye û gihîştîye du parlamêntvanên mayîne wî cûreyî.Çevgirtina li ber xirabkarîyên rêjîma Elîyêve avtorîtar, bêqanûnîya û pêpeskirina prînsîpên dêmokratîyayê ne tenê bona welatên herêmê pirsgirêka çê dike, lê ew usa jî bona Yektîya Avropayê, bona xweykirina qîmetîyên dêmokratîyayê, pirsgrêka pêşda tîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button