Sereke

Tirkîyayê, bona “bêhurmetkirina” Êrdogan, cezayê girtina ji sê sala zêdetir daye Dêmîrtaş

Serokê HDP-yî berê Salhedîn Dêmîrtaş ji alîyê mehkema tirkada cezayê girtina sê sal û nîv stendîye, bona “bêhurmetkirina” serokê Tirkîyayê Receb Tayb Êrdogan.
Dêmîrtaş ji sala 2O16-da girtîye.
Advokatê wî Remezan Demîr Twittêrêda nivîsîye, wekî mehkemê bona wê gunehkarkirinê cezayê herî bilind daye Dêmîrtaş.Xêncî wê yekê, ewî daye dîyarkirinê, wekî Tirkîyayê herdu qirarên mehkema Avropayêye mafên mêriv hesab hilnedan, anegorî kîjana gerekê Dêmîrtaş aza berdana. Ajansa kurdîye înformasyîon ANF-ê ragîhandîye,wekî sîyasetmedarê kurd bona rexnekirina xeberdana Êrdogan hatîye girtinê, yê ku piştî wê yekê xeberdabû, wextê ku teyara Rûsîyayê hatibû lêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button