Sereke

Adirbêcan gerekê bona zêrandina dîlên ermenîye leşkerî bersibê bide: Adam Şîf

Zêrandina dîlên ermenîye leşkerî teribandina mafê navnetewîye.Kongrêsmênê Ştatên Yekbûyî Adam Şîf derheqa dîlên ermenîye leşkerîda fêysbûkêda nivîsîye.
“Raporta «Human Rights Watch»-ye dawî hema wê yekê îzbat dike, ji çi em ditirsîyan. Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî dîlên ermenîye leşkerî zêrandine. Nêzîkî 2OO dîlên leşkerî li Adirbêcanê bi neqanûnî tên xweykirinê û rîska zordarîyên nû heye. Ew yek teribandina mafê navnetewî û konvênsîya Jnêvêye û hemû gunehkar gerekê cabdarîyê bikişînin”,-Adam Şîf nivîsîye.Ewî bîr anîye, wekî hevtîya derbazbûyî ewî rêzolyûsîya derheqa wê yekêda raber kirîye û bang kirîye ku ermenîyên dîlketî aza berdin.
“Ez usa jî bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dikim, ku şuxulkarîya koma Mînskê bidine aktîvkirinê û Adirbêcanê borcdarkin ku ew elametîya 9-ê mijdarê hesab hildin”,-kongrêsmên nivîsîye. Şîf usa jî gotîye, wekî paşdaêxistina wê şuxulkarîyê zêrandinên dîlên ermenîye leşkerî zêde dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button