Sereke

Cêribandin tê kirinê, ku mîrata Arsaxêye çandîye hezarsale yan bidine resîtkirinê, yan jî bidine feşkirinê: Ara Ayvazyan

Ermenîstan sazbûna komîsîya dîplomatîya Çandî girîng hesab dike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan li parlamêntê gotîye. “Niha pêşkeftina hevkarîya meye navnetewî girînge.Wî alîda roleke girîng heye û bi sazkirina komîsîya dîplomatîya Çandî em çanda xwe raber dikin”,-Ayvazyan gotîye. Derheqa tunekirina mîrata ermenîye çandî ji alîyê Adirbêcanêda, Ayvazyan gotîye, wekî nava meydana navnetewîda ew pirs ya komîsîyayêye pêşine.
“Mîrata Arsaxêye çandî- dîrokî beşeke çanda hemdinîyayêye.Tunekirina wê, yan jî feşkirina wê gerekê berk bê sekinandinê. Eyane, wekî li Arsaxê, li cîhên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, deranîna ermenîya qewimîye.Niha tunekirina mîrata çandî diqewime, cêribandin tê kirinê, ku wê çandê yan resîtkin, yan jî feşkin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button