Sereke

Dêlêgasîya kurda wê zûtirekê bona hevraxeberdana paşda vegere Begdayê

Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê wê zûtirekê paşda vegere Begdayê, bona ku dîyaloga derheqa byûcêya Kurdistanêye sala 2O21-ê careke mayîn destpêkin. Derheqa wê yekêda berdevkê cîgirê serekwezîrê Kurdistanê Samîr Hewramî gotîye.
Hewlêr nava mecalên xweda li ser Begdayê gumane, lê pirsa derheqa pevguhartina neftêye li ser byûcêya dewletê bona herdu alîya çawa ya sert dimîne. Dêlêgasîya bi serkarîya cîgirê serekwezîrê Kurdistanê Qubad Telebanî çend cara bona vê pirsê îdî çûye Begdayê.
Parlamênta Îraqê roja şemîyê dengdayîna bona byûcêya sala 2O21-ê da paşdaêxistinê, çimkî girêdayî beşa byûcêya bona Kurdistanê negihîştine qayîlîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button