Sereke

Rojmana “Komara Ermenîstanê”: wedeye ku rastîyê bi hişyarî qîmetkin

“Dîrok hîmlî bi cûrên cuda-cuda diwekile, lê berjewandîyên welataye hîmlî nayêne guhartinê. “Romanên” di navbera welatên mezinda bona welatên biçûk dibine qezîya. Dîrokê daye kifşê, wekî em her dem ji wê yekê zyanê ketine, lê me ji wê yekê ders hilnedane. Rûsîya tifaqdara meye, Tirkîya jî mînanî berê wê usa bimîne. Derheqa wê yekêda dêkanê fakûltêta dîrokê, ya zankoya pêdagogîye ser navê Abovyan, dîrokzan Êgdar Hovhannîsyan gotîye. Bi fikira doktorê ulmên dîrokê Amatûnî Vîrabyan, li Rûsîyayê baş fem dikin wekî wedekî usa wê bê ku berjewandîyên wêye tevî Tirkîyayê wê hev bikevin, lê ne tenê li herêma me, lê usa jî li Qafqasîya Bakûr, Asîya Navîn, li Povoljîyê, li kîderê beşeke binelîyên musulman dijîn. Roja îroyîn Tirkîya dicedîne li dinîya musulmanîyê, li dinîya tirkî rola rêber hilde ser xwe û qanûnên lîstika xwe bide borcdarkirinê. Vî alîda ew şuxulkarîya aktîv mîyaser dike…”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button