Sereke

Rojnamavanê Fransîyayê, bona cêribandinê weşandina derheqa cejina Newrozêye li Dîyarbekirê, ji Tirkîyayê dêport kirine

Rojnamavanê ji Fransîyayê Sîlvên Mêrkadîyê gotîye Rudaw-ê wekî ew ji Tirkîyayê dêport kirine, ew jî piştî wê yekê, wextê ku ew hatibû Tirkîyayê ku derheqa cejina Newrozêda li Dîyarbekirê rêportaja hazirke.
Rojnamavanê 19-ê adarê hatîye Stembolê û ew li firegehê hatîye binçevkirinê û lêpirsînê. Rojtira mayîn ew hatîye dêportkirinê.
“Minra gotin ku menî tune… û ez pêşîya hemûya ji teyarê birim”,-ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî karta polîsîyayê nîşanî wî kirine û paşê ew birine oda bona lêpirsînê.
Paşê gotine wî, wekî ew bona bêqezîyabûna welêt qezyayê raber dike û rojtira mayîn ew dêport kirine.
“Min gote wan, ku ez diçime Dîyarbekirê bona hazirkirina rêportaja derheqa cejinêda, lê paşê wana pirsên derheqa wê yekêda dane min ku pêwandîyên min tevî pirsgirêka kurd çawanin. Min gote wan ku ez rojnamavanim”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button