Sereke

Azêrî dêrên ermenî wêran dikin

Arxêolog, kûltûrzan, doktorê ulmê dîrokê, profêsor Hamlêt Pêtrosyan wextê weşana Sputnik Armênîyayê derheqa sîyasîya Adirbêcanêye tunekirina mîrata çandî û dêrada xeberdaye.
“Adirbêcan komkujîya çandî mîyaser dike”,- Hamlêt Pêtrosyan gotîye û derheqa sîyasîya Adirbêcanêye wî cûreyîda xeberdaye. Bi gotina wî, azêrî mîrata çandîye hêna Sovyêtê û piştî Sovyêtê tune dikin.
“Li Adirbêcanê hesab dikin wekî ew topraxên wanin, ermenî hatine û ew dagir kirine”,-ewî gotîye.
Hema bi wî cûreyî jî dêra gundê Mêxakavanê hatîye xirabkirinê.
Întêrnêtêda vîdêyok hatîye belavkirinê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî wextê ku Mêxakavan ketîye bin kontrola Adirbêcanê û tê kifşê, ku çawa azêrî rabûne ser banê dêrê.
“Ewê bicêribînin wê yekê veşêrin, derewa belavkin. Dinîya peyî berjewandîyên xwe direve û barbar jî îşê xwe dikin û dinîya tevî wê yekê nabe”,-Pêtrosyan gotîye.Bi fikira wî sîstêmên navnetewîye ku bi xweykirina mîrata çandîva mijûl dibin, bi dolarên azêrîyaye neftêva têr dibin û dengê xwe nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button