Sereke

Li Arsaxê zimanê rûsî statûsa fermî stendîye

Li Arsaxê zimanê rûsî statûsa fermî stendîye. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya Arsaxêye pirsên perwerdê, çandê, ciwana û sportê Aram Harûtyûnyan gotîye, yê ku usa jî hîmdarekî projeyêye.
“Qirar îro li parlamêntê hate qebûlkirinê”,-ewî gotîye.
Em bîr bînin, wekî meha derbazbûyî parlamêntvanên Arsaxê proje hazir kiribûn, anegorî kîjanê pêşnîyar dikirin, ku li Arsaxê statûsa fermî bidine zimanê rûsî. Aram Harûtyûnyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî bi vê yekê zimanê ermenî derbazî plana duem nabe û ji alîyê rûsada jî tu borcdarkirin tunebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button